Navê Ereb Koyî bû Kobanê
Navê Ereb Koyî bû Kobanê
Navê Ereb Koyî bû Kobanê
Li bajaroka Daquq a girêdayî Kerkûkê niştecihên gund bi biryara hevpar navê gundê xwe kirin Kobanê.
Ereb Koyî ku wek gundê Kurdên Kakaî tê zanîn, niştecihên gund bi biryareke hevpar wek dilsoziya bi berxwedana Kobanê re û bersiva ji çeteyên DAIŞ re navê gundê xwe kirin Kobanê.
Yek ji niştecihên gund Selam Kakeyî got, “Me wek gundê Ereb Koyî wek helwest û piştevaniya bi şervanên Kobanê re, yên xaka xwe terk nekirin û di nav berxwedanê de ne û dîsa ji bo kesên ji bo Kurdistanê li hember DAIŞ şer dikin navê gundê xwe guhert û me kir Kobanê.
Selam Kakaî sedema guhertina navê gundê xwe jî wiha vegot: “Di vê biryara me de yek ji xala ku bû sedem ev e ku gundê me jî mîna Kobanê li cihekî pir girîng e. Dema çeteyên DAIŞ êrîş kirin eger gundê me ketiba wê çete bi rehetî ketibana Daquq û ji wir jî ketibana Kerkûk. Lewma ji bo em bihostek axa xwe nedin, ketin şer û pevçûnê, me çete nekirin gundê xwe. Me nehişt DAIŞ pêşde biçe.”
Selam Kakaî da xuyakirin ku gundê wan 70 mal in, di navbera çeperên çeteyên DAIŞ û gundê wan de 500 metre heye.