Nakî: Kulûba min xwedî li min derneket, lê ez ê her biaxivim
Nakî: Kulûba min xwedî li min derneket, lê ez ê her biaxivim
Nakî: Kulûba min xwedî li min derneket, lê ez ê her biaxivim
Denîz Nakî yê di nava tîma Gençlerbîrlîgî de dilîze anî ziman ku piştî êrîşên ji ber axaftina wî ya li ser Kobanê rêveberiya kulûbê xwedî lê derneketiye. Nakî diyar kir ku rêveberên kulûbê mehaneya dawî ya dabûne wî jî jê xwestine û wî jî ji wan re gotiye, "Jiyana min ti metirsiyê de ye, hûn hînê li ser pere diaxivin." Nakî got, "DAIŞ mirovan bi awayekî hovane qetil dike; zarokan qetil dike, jina difiroş e. Ez nikarim van ji nedîtî ve bêm" û banga destekkirina Kobanê kir.
Lîstikvanê tîma futbolê Gençlerbîrlîgî Denîz Nakî yê ji Dêrsimê, ji ber gotinên xwe yên li dijî DAIŞ'ê li Enqereyê rastî êrîşa komeke faşîst hat. Nakî yê ku rayedarên kulûbê xwedî lê derneket, Tirkiye terikand.
Nakî, bûyerên bi serê wî de hat ji ANF'ê re vegot...
Nakî anî ziman ku ji ber peyamên xwe yên beriya 6-7 mehan bi rêya medya sosyal parve kir, heqaret lê hatiye kirin, gef lê hatiye xwarin ûg ot, "Ji ber deqa min a bi nivîsa Dêrsimê û nasnameya min a Elewîtiyê gef li min hatibû xwarin, heqaret li min hatibû kirin. Bi gotina 'Tu tê Tirkiyeyê û neteweperestiya Kurd dike' her roj bi rêya e-mailê sixêf kirin, gef xwarin."
ROJA BÛYERÊ
Nakî piştî daxuyaniyên xwe yên li ser berxwedana Kobanê rastî êrîşa faşîstan hat û bûyer bi vî rengî vegot:
"Di rojên dawî de li ser mijarên Kobanê, Şengal û Rojava mîna her welatekiyekî normal ê Kurd min jî mesajên destekkirinê nivîsand. Min mesaj li dijî DAIŞ'ê nivîsand. Şeva Yekşemê saet di 23:30 de ji bo hevalê xwe deynim malê û biçim xwarinê bînim, derketim derve. Ji ber Duşem roja me ya vala bû, heta saetên dereng li derve bûm. Hingî komekê li pişt min sixêfên giran li min kir. Sê kes bûn. Dema sixêfên xwe dewam kir ez li wan vegeriyam û min ji wan re got, 'we xêr e'. Bi ser min de hatin, sixêf li Kobanê, li Dêrsimê kirin û pesnê DAIŞ'ê dan. Sixêfên bi awayê 'Bila DAIŞ vî tiştî bîne serê te' kirin. Her wiha heqaret li Elewiyan kirin. Yek li pêşiya min, yê din li aliyê wî yê çepê, yê sêyemîn jî li pişt kesê li aliyê çepê bû. Yê navîn kulm li min da. Hingî heqaretên xwe dewam kirin û digotin, 'bicehimin biçe ji vî welatî, vê kulûbê biterikîn'. Derbek li çavê min ê aliyê çepê ket, min bersiv da wan û ji wir reviyam."
'RÊVEBERIYÊ DESTEK NEDA MIN; DA DÛ PEREYAN'
Nakî diyar kir ku piştî bûyerê ew li rayedarên kulûbê geriyaye, roja Duşemê bi rayedaran re hevdîtin kiriye û axaftina xwe wiha dewam kir:
"Roja Duşemê ez çûm kulûbê. Min ji wan re got, 'Çareyekê bibînin' lê xwedî li min derneketin. Mîna ku dixwestin firsendê bikar bînin û kontratê betal bikin. Di wê baweriyê de bûn ku ez belayê serê wan im. Lê ji xwe heqê min jî bi rêk û pêk nedidan. 75 hezar Euro deynê min li wan hebû. Du mehaneyên min li gel wan man. Di hevdîtinê de menajerê bi navê Aykût hebû. Helwesteke 'çareser bikin, wî bişînin' nîşan da. Bi devê serok axivî û got, 'me ji bo te 200 hezar da, em ê çawa vegerînin'. Min jî ji wan re got jiyana min ne diyar e, li Elmanyayê kulûbeke ku ez karibim niha biçim nîne. Di rewşeke ku 3 mehan li ser hev mehaneyên min nedan de mafê min heye ku bi awayekî yekalî betal bikim û ev dem vê mehê tijî dibû. Min ji wan re got ez naxwazim li Enqereyê bimînim, kes li min xwedî dernakeve. Hevalên min ên lîstikvan û alîgir baş bûn. Komeke alîgir a bi navê Karakizil heye, bi qasî dizanim mirovên demokrat in. Bi tenê ew destekê didin, lê rêveberiyê destek neda min."
Nakî diyar kir ku rêveberên kulûbê mehaneya dawî ya dabûne wî jî jê xwestine û wî jî ji wan re gotiye, "Jiyana min ti metirsiyê de ye, hûn hînê li ser pere diaxivin." Nakî ragihand ku herî dawî wî pereyê mafê xwe yê dawî jî nexwestiye û bi awayekî du alî peyman betal kirine.
'DIJBERIYA DAIŞ'Ê WEZÎFEYA MIROVAHIYÊ YE'
Nakî da zanîn ku ew ê desteka xwe ya ji bo berxwedana Kobanê dewam bike û ji bo li dijî DAIŞ'ê derkeve çi ji dest bê ew ê bike. Nakî got, "Bavê min ji Pertaxê ye. Diya min ji Tezcan a Erzînganê ye. Zaza ye. Yên li Kobanê gelê me ye. Eger em xwedî lê dernekevin wê kî xwedî lê derkeve? DAIŞ mirovan bi hovane qetil dike, zarokan qetil dike, jinan difiroş e. Nikarim van ji nedîtî ve bêm. Sibê du sib heman tişt dikare li Tirkiyeyê, li Elmanya biqewime. Ji bo mirov li dijî DAIŞ'ê derkeve pêwîstî bi Kurdbûyînê nîne. Mirovbûyîn bes e. Ez ê nêrînên xwe bînim ziman. Dest ji vê bernedim. Ji bo Kobanê, ji bo Rojava çi ji destê kê tê bilav bike."
Nakî biryar da ji Enqereyê biçe û vegere bajarê Elmanya Kolnê.