Mirov ji bo canê xwe rizgar bikin direvin çolê

Mirov ji bo canê xwe rizgar bikin direvin çolê

Çeteyên El Qaîdeyê, kamyonetek tê de 20 jin û zarokên ji Til Eran a Helebê direviyan, bi çekên doçka parçe parçe kirin. Li ser navê Kurd çi hebe, li vê herêmê rastî êrîşê tê. Ji mizgeftan anons tên kirin. Mirov ji bo canê xwe rizgar bikin, direvin çolê.

Çeteyên El Qaîde yên li hemberî şervanên Kurd wendahiyên giran dan, serî li rê û rêbazên barbarî û dij mirovahiyê didin. Çeteyan êrîşî bajarokên Til Eran û Til Hasil ên navçeya Heleb Sefîre kirin û di encamê de herî kêm 50 Kurd kuştin, 350 sivîl jî revandin.

Hat hînbûn kamyonetek tê de 20 jin û zarok hebûn û ji Til Eranê direviya, ji aliyê çeteyan ve bi çekên doçka parçe parçe hat kirin. Li kamyonettê komkujî hat kirin. Di nava mirovên li Til Eranê hatin kuştin de jineke navê wê nayê zanîn û bavê wê yê bi navê Alî Hemo Bişar jî heye.

JI MIZGEFTAN ANONSÊN "NAMÛSA KURDAN HELAL E"

Di vê navberê de kesê bi navê Ebû Abdûlah Begarî yê meletiyê dike, ji mizgeftên li Til Eran û Til Hasil bênavber bangên "Mal û namûsa Kurdan helale" dike. 

ÊRÎŞÎ HER TIŞTÊ BI NAVÊ KURDAYETIYÊ DIKIN, MIROV DIREVIN ÇOLAN

Li Til Eran û Til Hasilê û gundên derdora wê nêzî 40 hezar Kurd dijîn. Gundên din jî di bin gefa komkujiyê de ne. Mirov malên xwe li dû xwe dihêlin û direvin. Tê gotin, ev çeteyên li ser navê Îslamê tevdigere, malên mirovên di nava Eniya El Ekrad û meclîsên gel de cih digirin, dişewitînin, talan dikin û li ser navê Kurdayetiyê çi derdikeve pêşiya wan, hewl didin ji holê rakin.

Ji berpirsyarên Eniya El Ekrad Hecî Ehmed da xuyakirin ku sivîlên rastî êrîşan tên, ji bo canê xwe rizgar bikin direvin çolan. Hecî Ehmed diyar kir ku şêniyên Kurd ên li derveyî Rojavayê Kurdistanê zeviyên xw,e heywanên xwe dihêlin û direvin û destnîşan kir ku li Kurdan qirkirin tê kirin.

Hecî Ehmed got, "Ji ber ku Kurd ji bo azadiya xwe têdikoşin, vê rewşê weke sedema komkujiya Kurdan nîşan didin. Divê cîhan û raya giştî ya Kurd li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne. Divê Kurd ji rewşa neyînî re bi tenê neyên hiştin. Em amade ne ji bo azadiyê û şoreşê, her tiştê xwe feda bikin."

“XAYIN HENE”

Hecî Ehmed da xuyakirin ku divê herkesê ji xwe re dibêje şoreşger e, demokrat e li hemberî vê bêdeng nemîne û got, "Tevî ku ya tê jiyîn komkujiya mirovahiyê ye jî, hînê hin hêz hene piştgiriyê didin wan. Hin kes hene xayintiyê li gelê xwe dikin. Ji xwe van xayinan dane pêşiya van çeteyan û xistine herêmê. Dîrok wê ji van xayinan hesabekî mezin bipirse."

Berpirsyarê El Ekradê got, "Tirsa mirinê ketiye nava rû çavan. Kurd li ti derê ne sêwî ye. Dibe ku li ser axa xwe najîn. Lê dizanin ku li pişt wan mirovahî heye. Ev xeterî ji bo tevahiya Kurdan e. Kurdekî-ê di rê de dibîne, zevt dikin û dikujin."