'Min hêviya xwe winda nekir

'Min hêviya xwe winda nekir

Kurê jina bi navê Emîne Diyar a 65 salî ya ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar mayî ji Kobanê bê Pirsûsê Mihemmed Nezîf, 9 meh in di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Diyar anî ziman ku gelê Kobanê bi berdêlên gelekî giran li ber xwe dide û got: "Min hêviya xwe ne ji azadiya Kobanê û ne jî ji azadiya kurê xwe winda nekiriye."

Çîrokên welatiyên ji Kobanê, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin Pirsusê bi êş û kelemê hatine vehûnandin. Ji van kesan yek jî Emîne Diyar a 65 salî ye. Diyar anî ziman ku 9 meh berê kurê wê Mihemmed Nezîf ê 25 salî ket destê çeteyên DAIŞ'ê û ligel êşa kur û şertên koçberiyê hêviya xwe ya jiyanê didomîn e. Diyar da zanîn ku li Kobanê nêzî sê sal in têkoşîna azadiyê didin li benda mizgîniya kurê xwe yê di destê çeteyên DAIŞ'ê de ye. Diyar bilêv kir ku çeteyên DAIŞ'ê bi piştgiriya hêzên naventeweyî dora Kobanê girtin û êrîşê li qadên wan ên jiyanê dikin. Diyar anî ziman ku li gorî agahiyên dawî, tê gotin ku kurê wê li Reqqayê tê ragirtin.

'EZ DIXWAZIM KURÊ XWE LI MALA XWE PÊŞWAZÎ BIKIM'

Diyar anî ziman ku ew nizane ka kurê wê sax e an na û got: "Kurê min her tim di bîra min de ye. Ez nizanim ka wan çeteyên qirêj çi li kurê min kirin. Ligel êrîşa min jiyî dora me hate girtin. Ji bo me hemûyan qetil bikin êrîş li me kirin. Em naçer man mala xwe biterikînin. Eger kurê min sax be û ber bidin jî me li cihê lê hiştî peyda nake. Ez bi 8 keç û kureke xwe re hatim Pirsûsê. Ez ti tişt naxwazim. Tenê daxwaza min vegera welatê min e. Heke kurê min berbidin ez dixwazim wî li mala xwe pêşwazî bikim."

'MIN TI CARÎ HÊVIYA XWE WINDA NEKIR'

Diyar da zanîn ku di vî şerî de gelê Kobanê berdêlên gelek mezin dan û berxwedana xwe wisa berdewam kirin. Diyar bilêv kir ku dê Kobanê di dema herî nêz de ji çeteyan bê paqijkirin û wiha axivî: "Em ê vegerin mal û axa xwe. Em ê kurê xwe li malê pêşwazî bikim. Min hêviya xwe ne ji azadiya Kobanê û ne jî ji ya kurê xwe winda nekir. Di vî şerî de gelek lehengên me şehîd ketin. Hemûyan jî ji bo me xwîna xwe rijandin. Xwîna hat rêjandin û berdêlên hatin dayîn bê bergîdank namîn e. Em tu tiştê zêde naxwazin. Ez li vir bang li hemû kesî dikim. Ji bo Kobanê çi ji destê kê tê bila bike. Bila Kobanê li hemberî êrîşên van çeteyan nehêlin."

Diyar wiha axaftina xwe berdewam kir: "Çiqas mirovên qirêj hebûn di nava çeteyên DAIŞ'ê de hene. Çi ji kurdan dixwazin. Me tu tişt li ti kesî nekir ku ev bela bi serê me belav kirin. Xwe li destketiyên Kurdan ranagirin. Tî caran başbûna Kurdan nexwestin. Her tim hemû cîhan li hemberî me rawestiya. Her tim xwestin me tine bikin. Niha jî ev mirovên qirêj kirin belaya serê me. Lê em serî li hemberî ti kesî natewînin. Înşallah di demek herî kin de kurê min û em, dê ji wan mirovên pîs xilas bibin."