Mamosteyên ciwan ên Kobanê li benda peywirê ne
Mamosteyên ciwan ên Kobanê li benda peywirê ne
Mamosteyên ciwan ên Kobanê li benda peywirê ne
Mamosteyên ciwan ên Saziya Ziman a Şehîd Viyan Amara ku piştî êrîşên DAIŞ’ê ji Kobanê hatin Pirsûsê, xwişkên hev Êzidîxan û Xezal li benda roja ku wê dersê bidin zarokên Kobanê û Pirsûsê ne.
Du xwişkên hev ên mamosteyên Kurdî ku ji bo ku li Kobanê ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê zirarê nebînin YPG-YPJ’ê ew şandin Pirsûsê û li gundê Zehewan ê xeta sînor li benda bigihêjin xwendekarên xwe ne. Êzidîxan û Xezal ku li Kobanê dersa ziman didan, diyar kirin ku ger derfet ji bo wan bê dayîn wê dersê bidin zarokên Kobanê û Pirsûsê.
Êzidîxan Kadir a 17 salî diyar kir ku nexwestine ji Kobanê veqetin û heta dawiyê ders dane û wiha got: “Mamoste Viyan Amara perwerde da me û piştî ku Viyan Amara şehîd ket, YPG’ê nexwest em bibin şervan û gotin ku ji bo pêşerojê hewcedarî bi mamosteyên Kurdî hene. Em şandin Pirsûsê. Me di mijarên dîroka Kurdî, mirovahî, têkoşîna jinê û hwd de ders dîtin. Em dixwazin her tişta em fêr bûne, ragihînin. Berê tenê me dizanibû ku em Kurd in. Me dixwest em derkevin gundan û fikrên Rêber Apo belav bikin. Ne tenê li Kobanê li her çar Parçeyên Kurdistanê me xwest em Rêber Apo vebêjin. Lê şer derket, DAIŞ’ê çekên giran bikar anî. YPJ’ê jî em negirtin û em hatin Bakur. Em niha li virin. Em dixwazin li vir jî karê xwe berdewam bikin.
Li Pirsûsê me daxwaza xebatê ragihand û wan jî Stenbol nîşanî me da. Stenbol dûr e. Em dixwazin li vir bixebitin."
PERWERDEYA JI SÊ ASTAN
Xezal Kadir a 18 salî jî got ku li Kobanê berpirsa 35 dibistanan bû, sê serdeman perwerde dîtiye û wiha got: “Perwerde bi taybet ji bo jinan gelek girîng e. Di perwerdeyê de em fêrî rola civakî ya jinê, têkoşîna nasnameya jinê bûn. Bi perwerdeya ku me dît me perwerde koordîne kir û min li sê dibistanan perwerde da. Me destpêkê tîpên Kurdî nîşan dan. Di pêngava duyemîn de me pirtûk didan xwendin. Asta sêyem ji bo kesên ji 15 salî zêdetir bûn. Du pirtûk dihatin dîtin. Piştî vê perwerdeya ziman ya 40 rojî dihat dayîn. Piştre me sertîfîka didan wan."
ŞEHÎD VIYAN AMARA MAMOSTEYA ME BÛ
Kadir bi lêv kir ku saziya wan navê xwe ji Şehîd Viyan Amara girtiye û wiha got: “Destpêkê mamosteya me tunebû û piştre Şehîd Viyan Amara hat û her tişt nîşanê me da. Niha em dixwazin her tiştî fêrî zarokên xwe bikin. Divê zarokên me ji vê psîkolojiyê derkevin û ziman, dîrok û Rêber Apo hîn bibin. Em tîpên latînî fêr dikin. Em amade ne. Çi bikeve ser milê me em dikin.”