Li Wanê pevçûna bi êrîşa polîsan destpê kir bi dawî bû

Li Wanê pevçûna bi êrîşa polîsan destpê kir bi dawî bû

Li Wanê piştî merasîma cenazeyê Yunus Aktaş ê di çalakiyên piştgiriya Kobanê de birîndar bibû û îro jiyana xwe ji dest da, welatiyên dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan hatin. Di bûyerên li ser êrîşa polîsan destpê kirin TOMA’yek û wesayîteke bi navê akrep hat şewitandin.

Li Taxa Beyuzumê ya Wanê Yunus Aktş ê di xwepêşandanên piştgiriya ji bo Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ de birîndar bibû û îro jiyana xwe ji dest da piştî bi merasîmekê hat veşartin, girseya dest bi meşê kir li Taxa Xacort rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û  bombeyên gazê ya polîsan hat. Li ser êrîşa polîsan ciwanan jî bi kevir, fîşekên hewayî û molotofkokteylan bersiv dan, TOMA’yek û wesayîteke zirxî hat şewitandin. Di navbera ciwanên li gelek kolanên taxê bend danîn û polîsan de ku pevçûn demeke dirêj dewam dikirin bi dawî bûn.