Li Wanê ji bo girtiyên nexweş 252 hezar îmze
Li Wanê ji bo girtiyên nexweş 252 hezar îmze
Li Wanê ji bo girtiyên nexweş 252 hezar îmze
Di çarçoveya kampanya "ji girtiyên nexweş re azadî" de 252 hezar îmzeyên ji aliyê TUYAD-DER a Wanê ve hatin komkirin, ji Serokkomarî, Serokwezaretî û Wezareta Edaletê re hatin şandin.
Di çarçoveya kampanya "ji girtiyên nexweş re azadî" de îmzeyên ji aliyê TUYAD-DER a Wanê ve li gelemperiya bajarê Wanê hatin komkirin, ji Postaxaneya Navendî ya Wanê ji Serokkomarî, Serokwezaretî û Wezareta Edaletê re hatin şandin. SeroKê TUYAD-DER a Wanê Ahmet Aygun ji girseya gel a li pêşberî Postaxaneyê kom bû re axivî û bal kişand ser pirsigirêkên girtiyan ên li girtîgehan. Aygun got, "Girtîgehên li Tirkiyê, bi pêkanîn kêfî, binpêkirina mafan, kiryarên li dijî rûmeta mirovahiyê, zext, êşkence, kuştina mirovan û mirina girtiyên nexweş ên nayên dermankirin, tên bîranîn."
Aygun ragihand ku li girtîgehan zêdeyî 200 girtiyên siyasî yên nexweş hene û 127 ji van bi nexweşiyeke giran in. Aygun bibîr xist ku di nava du salên dawî de cenazeyê 17 girtiyan ji girtîgehan hatine derxistin.
Aygun diyar kir ku di nava mehekê de wan nêzî 252 hezar û 173 îmze kom kirine û got, "Çi dibe bila bibe, emê li cem hevalên xwe, zarokên xwe bin, bibin dengê derve yê têkoşîna wan û her tim li gel wan bin." Aygun bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê tavilê heyeteke serbixwe ya ji doktorên pispor biçe Girava Îmraliyê.
Piştî daxuyaniyê, îmzeyên di 15 dosyayan de hatin komkirin, bi rêya Postaxaneya Navendî ji Serokkomarî, Serokwezaretî û Wezareta Edaletê re hatin şandin.