Li Wanê ji bo girtiyên nexweş 250 hezar îmze hatin komkirin

Li Wanê ji bo girtiyên nexweş 250 hezar îmze hatin komkirin

Di çarçoveya kampanya serbestberdana girtiyên nexweş a di 19'ê Hezîranê de destpê kir, TUYAD-DER Şaxê Wanê heta niha 250 hezar îmze berhev kir.

Kampanya ji bo berdana 434 girtiyên nexweş ên li girtîgehan, ku ji aliyê Wan TUYAD-DER'ê ve di 19'ê Hezîrana sala 2013'an de destpê kir, dewam dike. Kampanya wê heta 19'ê Tîrmehê bê meşandin û heta niha li gelemperiya Wanê 250 hezar îmze hatine berhevkirin. Îmzeyên tên kirim, wê ji Serokkomar Abdûllah Gul, Serokwezîr Rece Tayyip Erdogan û Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn re bên şandin.

'DIVÊ 156 GIRTÎ TAVILÊ BÊN BERDAN'

Serokê TUYAD-DER a Wanê Ahmat Aygun der heqê kampanya îmzeyan de agahî da û diyar kir ku ewê di 19'ê Hezîranê de kampanyayê bi dawî bikin û daxuyaniya pêwîst bidin raya giştî. Aygun da xuyakirin ku di çar rojên destpêkê yên kampanyayê de wan li Navenda Wanê 4 dezgehên îmzeyan vekirin e û li van deveran 27 hezar îmze kom kirin. Aygun got, "Dûre li navçe û gundan dezgehên îmzeyan hatin vekirin. Ev meheke em xebateke xurt dimeşînin û heta niha 250 hezar îmzeyên ku hedefa me bû, kom kirine. Li girtîgehan 434 girtiyên nexweş hene û ji vana 156 jê divê tavilê bên berdan. Divê ev mirov teqez bên berdan. Ji ber ku piraniya van mirovan li hemberî nexweşiyên kanser, gurçik û dil, li ber xwe didin. Ez bang li tevahiya raya giştî dikim ku di vê mijarê de baldar be."