Li Wanê êrîşa bi kêrê: kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Wanê êrîşa bi kêrê: kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Wanê êrîşa bi kêrê: kesekî jiyana xwe ji dest da
Li Wanê hemwelatiyê bi navê Murat Deger ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşa bi kêrê hat û jiyana xwe ji dest da.
Li Wanê di avahiya Navenda Kar a Deger a li ser Caddeya Cumhuriyetê hemwelatiyê bi navê Murat Deger ji aliyê kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve rastî êrîşa bi kêrê hat. Di encama wê êrîşê de Deger li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Der barê bûyerê de ku ji aliyê polîsan ve lêkolîn hat destpêkirin, cenazeyê Deger rakirin morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêgerînê ya Wanê.