Li Wanê di navbera çeteyên DAIŞ û gundiyan de şer
Li Wanê di navbera çeteyên DAIŞ û gundiyan de şer
Li Wanê di navbera çeteyên DAIŞ û gundiyan de şer
Çeteyên ji bo tevlî DAIŞ bibin ku gundên sînor bi kar tînin roja Pêncşemê li gundê Gelenler hatin dîtin. Di navbera koma ku tê gotin çeteyên DAIŞ in û gundiyan de şer derket. Di şer de ku zerara can çênebû çete li herêmê winda bûn.
Çeteyên DAIŞ ên berî niha li navçeya Ebex a Wanê xwe ji ser sînorê Îranê re derbas bibin û tevlî DAIŞ bibin vê carê jî li gundê Gelenler ê Elbak hatin dîtin.
Êvarî saet nêzî 21.00’an gundiyên ku komeke bi guman dîtin dan pey wan. Piştî şopandinake demdirêj koma ji aliyê gundiyan ve hat asêkirin, gundî gulebaran kirin. Piştî ku gundiyan jî bersiv dan kom reviya.
Gundiyan diyar kirin ku koma bi çek di nav gund re ber bi sînor ve çûye. Gundiyên ku di nav gund de tedbîrên xwe girtin agahî dan gundên derdorê jî.
Tevî ku gundiyan agahî dan qereqolê jî ku tu tedbîrek nehat girtin rastî nerazîbûna niştecihên gund hat.