Li Wanê 8 kes hatin binçavkirin

Li Wanê 8 kes hatin binçavkirin

Li Wan, navçeyên Erdîş û Bêgirê di serdegirtinên malan de 8 kes hatin binçavkirin.

Di serdegirtinên li Wan, navçeyên Erdîş û Bêgirê de 8 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên danê sibê yên li malan de li navenda Wanê Bariş Kûrt, Bariş Tekvan, Ramazan Mete û endamê şaxê ÎHD'ê Alî Gezer, li navçeya Bêgirê Şereafettîn Guler û Xebat Aslan, li navçeya Erdîşê jî Onder Kûrt û Mahsûn Açikayar hatin binçavkirin.

8 kesên bi hinceta beşdarî çalakiyên ji bo Kobanê bûne hatin binçavkirin, li emniyetê tên ragirtin.

Li aliyê din, zarokên bi navê G.T. û M.K. ên pêr hatin binçavkirin, li dû kar û barên li Amîriya Buroya Zarokan a Midûriyeta Emniyetê ya Wanê, danê êvarê hatin berdan.