Li Tirbespiyê Pevçûn: 10 çekdar hatin kuştin
Li Tirbespiyê Pevçûn: 10 çekdar hatin kuştin
Li Tirbespiyê Pevçûn: 10 çekdar hatin kuştin
Li nêzî Tirbespiyê, ji ber êrîşa çekdarên El Nûsra li dijî benda kontrolê ya YPG'ê de pevçûn derket û di encamê de 10 çekdar hatin kuştin, 2 şervanên YPJ'ê jiyana xwe ji dest dan.
Çekdarên Eniya El-Nusra îro saet derdora 02.30’ an êrîşî benda kontrolê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li gundê Mazlûma ya 22 kîlometrî başûrê Tirbespiyê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG ê pevçûn bi dijwarî rû dan. Pevçûn li gundên Mezlûma, Çêlekê û Taya firehbûn. Di encama pevçûnan de derdora 10 êrîşkar hatin kuştin û 2 şervanên YPJ’ê jiyana xwe jidest dane. Çekdarên El-Nusra di êrîşan de çekên giran bikar anîn.
Di heman demê de jî çekdarên El-Nusra êrîşî benda kontrolê ya YPG’ê li gundê Mihemed Yax a herêmê Sinceqê ku 10 kîlometrî başûrê Tirbespiyê kirin û di encamê de pevçûn bi dijwarî rûdan. Di encamê de kuştî û birîndarên komên çekar hene û pevçûn li wir jî didome.