Li sînorê Kobanê nimêja Înê,
Li sînorê Kobanê nimêja Înê,
Li sînorê Kobanê nimêja Înê,
Gelê Kurd ê Bakûrê Kurdistanê ku 26 roj in li gundê Dewşan ê navçeya Pirsûsa Rihayê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê di nobetê de ne, bi pêşengiya Mazlum-Der û Tevgera Sulh û Edaletê nimêja Înê kirin.
Bi sedan kesênku bi rojan e li ser sînorê Kobanê û Bakûrê Kurdistanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nobetê digirin, îro bi pêşengiya Mazlum-Der û Tevgera Sulh û Edaletê nimêja înê kirin.
Mele Silêman Kurşun xudbeyê bi Kurdî, Erebî û Tirkî xwend û diyar kir ku divê cîhanê li hemberî êrîşên li ser Kobanê hestyar be. Kurşun destnîşan kir ku ji şerê desthilatiyên îperatoriyên Roma û Persan, ve Kurd dikin qûrban. Kurşun got: “Kurdan di dîroka xwe de her tim xizmeta Îslamê kirin. Di dema Ebasiyan de axa Îslamê bi qasî du parzemînan fireh kirin. Lê xelata dan Kurdan komkujî bû. Kurdistan hêj Kurdistan e, Kurd hêj jî Kurd in. Niha jî Kobanê bi qirkirinê re rû bi rû ye. Kobanê xwişka Dêrsim û Koçgiriyê ye. Drama Kobanê ne kêmî ya Helepçeyê ye.”
Kurşun destnîşan kir ku DAIŞ dijminê mirovahiyê ye û da diyarkirin ku ji pêxemberê Îslamê jî pir dûr in. Kurşun got: “DAIŞ, weke ku Hz. Pêximber gotiye, bi navê beşek a umetê şerê beşeke din a umetê dike. Talan dike, dikuje, bê merhetmet e. Pêximberê me gotiye yê ku vana dike ne ji umeta min e.”
Suleyman da diyarkirin ku beriya sedan sal di hedîseyan de dihate gotin ku wê mirovên pordirêj û alên reş ziyaneke mezin bidin cîhanê û got: “Hz. Elî van weke awêneyekê dîtiye. Gava we alên reş dîtin xwe biavêjin erdê, dest û lingê xwe nelivînin. Wê qewmek derbikeve. Dilê wan ji hesin e. Bê merhemet in. Ne guh didin tu lihevhatin û ne jî tu gotinan. Bang li her kesî dikin ku bên ser rêya heq, lê ew bi xwe ne heq in. Bi nasnameyên xwe tên bangkirin. Por û rihên wan dirêj in. Hz. Elî wiha dibêje.”
Kurşun pirsa “desthilatiya kufur kê anîye Rojhilata Navîn” û diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi zanebûn dijminahiya Îslamê dikin û got: “Dewlet û qanûna Kurdan tune ye, Kurd bindest in, wê çawa bikarin kufurê bikin.Kurşun bal kişand ser bêdengiya raya giştî ya dewletên rojava ya li hemberî êrîşên li dijî Kobanê û destnîşan kir ku cîhan li hemberî komkujiyên li dijî Kurdan bi awayeke durû tevdigere. Kurşun da zanîn ku Kurd ji destpêka dîrokê ve li ser vê axê ne û cîranên Ereban in. Kurşun got: “Kurd risqê xwe ji axa xwe derdixin. Lê Ereb her tim êrîş dikin û talanên Kurdan dibin.”
Piştî nimêjê ji bo şervanên YPG û YPJ’ê yên ku 25 roj in, li dijî çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê şer dikin dûa hate kirin.