Li sînor nobet didome
Li sînor nobet didome
Li sînor nobet didome
Li Kobanê şer û pevçûn ketin roja 25’emîn, çalakiya nobetê ya li Pirsûsê jî didome.
Li gundê Boydê yê dikeve rojavayê Pirsûsê û bi rojane çalakiya nobetê lê didome, duh bi şev leşkeran bi wesayîtên zirxî bi bombeyên gazê êrîşî çalakvanan kirin.
Piştî êrîşan girse derbasî pişt gund bû û xwe spartin baxçeyê fistiqan, bi keviran bersiva leşkeran dan. Piştî vekişandina leşkeran girseyê cara duyemîn li gund kom bû cara duyemîn rastî êrîşê hat.
Di dema destwerdana leşkeran de gelek kes bê karûbarên binçavkirinê bên kirin hatin desteserkirin û piştî hatin derbkirin berdan.
Êrîşa leşkeran heya saet 03.00’ê şevê dewam kir.
Nobeta li gundê Dewşen ji aliyê girseya ji Mêrdîn û Edeneyê hat dewirgirtin.