Li Silopiyê ji ber bombeya gazê ya polîsan agir bi malekê ket
Li Silopiyê ji ber bombeya gazê ya polîsan agir bi malekê ket
Li Silopiyê ji ber bombeya gazê ya polîsan agir bi malekê ket
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji ber bombeyên gazê yên polîsan avêtin agir bi malekê ket.
Li navçeya Silopiya Şirnexê ji ber bombeyên gazê yên polîsan di çalakiya xwedîderketina li berxwedana Kobanê de avêtin, bombeyek li mala malbata Kutlu ket. Li malê şewatek biçûk rû da. 3 kesên di malê de bûn ji bombeya gazê bandor bûn û rakirin nexweşxaneyê. Li ser nerazîbûna dayikê, polîsan bi gotina “zarokan kir, ger gilî û gazicek we hebe biöin dozgeriyê” bersiv dan.
Li Silopiya ji ber bombeyên gazê yên polîsan li hemberî çalakiyên şermezarkirinan bikar anîn, qapsûla bombeyeke gazê li mala Kutlu ya li Taxa Yenîşehîr ket û bû sedema şewatê. Ji ber şewatê li malê gelek alavan zerar dît.
Di encama bombeya gazê ya li odeya ku zarok lê radizên ket Salha Kutlu (40), Melek Kutlu (12) û Dîlan Kutlu (17) ji dûmana zêde ya gazê bandor bûn, rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn rewşa welatiyên li Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê tên dermankirin baş e.
Dayik Vahîde Kutlu a ji ber şewata bi mala wê ket daket kolanê û pêşiya wesayîta zirxî ya polîsan girt, li ser gotina, “Hûn çima wiha dikin?” polîsan jêre got: “Zarokan kir, ger gilî û gazincek te hebe biçe dozgeriyê.”