Li Silopiya bi tevlîbûna dehezaran çeteyên DAIŞ hatin şermezarkiirin

Li Silopiya bi tevlîbûna dehezaran çeteyên DAIŞ hatin şermezarkiirin

Bi dehezaran welatiyan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dehezaran welatiyên li ber avahiya DBP'ê kom bûn ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê meş li dar xistin.

Di meşa ku meşa ku rêxistinên DBP'ê yên navçe û bajarokan, hevşaredarên navçe û bajarokan, rêveberên MEYA-DER'ê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdar bûn de alên KCK, PKK posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û fermandar Mahsun Korkmaz (Egîd) hatin hilgirtin. Di meşa heya Qada Zapê ya li Taxa Başakê pêk hat ji aliyê dehezaran ve diruşmayên "Bijî Serok Apo" , "Bijî berxwedana Kobanê" , "Kurdistan ji bo DAIŞ'ê bibe goristan" û "Bijî berxwedana YPG'ê" hatin berzkirin.

Piştî meşê ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêzgirtin pêk anîn. Li vir ser navê Înîsiyatîfa Gel daxuyaniyek hat dayîn, di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Heya ku berxwedana Kobanê berdewam bike, gelê Kurd wê ji heft salî heta heftê salî li ser piyan be."

Piştî daxuyaniyê bi dehezaran kes cardin heya ber avahiya DBP'ê meşiyan û çalakî li vir bi dawî bû.