Li Sêweregê skandala îstismara zayendî!
Li Sêweregê skandala îstismara zayendî!
Li Sêweregê skandala îstismara zayendî!
C.B’yê ku demekê li Sêweregê encumentiya şaredariyê kiriye, derket holê ku li beramberî pere bi 4 zarokên temenên wan di navbera 11 û 15’an de îstismara zayendî pêkaniye hatiye girtin.
C.B’yê 65 salî ku demekê li navçeya Sêwerega Rihayê encumentiya şaredariyê kiriye, hate hînbûn ku ji ber ku li beramberî pere li 4 zarokên temenê wan di navbera 11 û 15 salî de îstismara zayendî kiriye 10 roj berê hatiye girtin. Hate diyarkirin ku, C.B’yê ku li Sêweregê esnaftî dikir û piştî îflaskir ji malbata xwe cûda jiyan dikir, parêzer Elî Şûr ku li gel zarokên rastî îstismara zayendî ya C.B hatibûn tevlî lêpirsîna wan bû, tiştên qewimîne ji DÎHA’yê re vegot.
Parêzer Şûr diyarkir ku, 3 zarokên temenê wan di navbera 11, 12 û 13 de bi sifatê mexdûr îfade dan û zaroka 15 salî jî bi sifatê muştekî-mexdûr îfade dan û got: “Zarokê 15 salî hem bi zarokên din re hem jî bi C.B re ketiye têkiliya zayendî. Lê gelê 3 zarokên din bi dirêjahiya 2 mehan rastî tecawiza C.B hatine. Zarok beramberî pere ketine têkiliya zayendî, C.B ji wan re gotiye ‘Eger hûn ji xelkê re bêjin, ez dê we di nava herkesê û malbata we rezîl bikim’ bi vî awayî tecawizê 2 mehan dom kiriye.”
Prz. Şûr destnîşankir ku, ji ber ku îfadeyên zarokan hevgirtin û bi rapora dixtor jî tecawiz hate îsbatkirin, C.B hate girtin û şandin girtîgehê. Şûr diyarkir ku, zarokê 15 salî jî ji ber temenê wî ê biçûk nehate girtin, lê belê hate aşkera kirin ku, yê zarokên din biriye gel C.B ev zaroke. Her wiha da zanîn ku, zarok bi girtekan radestî malbatan hatine kirin.