Li Serêkaniyê polîsan êrîşî xwepêşandêran kir

Li Serêkaniyê polîsan êrîşî xwepêşandêran kir

Piştî ku Şukru Kahramn biguleya topê ya Eniya El Nusra di şerê Serêkaniyê de avêt jiyana xwe ji dest da, welatiyên Serêkaniya Bakûr daketin qadan. Bi hezaran kesên meşiyan Qonaxa Hikumetê polîsan bibombeyên gazê êrîş kir.

Çeteyên Eniya El Nusra di şerê Serêkaniyê de gule topê avêt li zeviya Şukru Kahraman ya li Taxa Cumhuriyetê ya Serêkaniya Rihayê ket. Di encama guleya topê de Kahramanê giran birîndar bû jiyana xwe ji dest da, 2 zarokên wî jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê. Piştî bûyerê bi hezaran welatî daketin qadan û hikumeta AKP’ê protesto kirin. Girseya ku daketin qadan sloganên “Qatil Erdogan” avêtin, girseya ku ber bi Qonaxa Hikumetê ve meşiyan polîsan bibombeyên gazê û ava şid êrîş kir. Piştî ku girseyê jî bersiv da êrîşa polîsan pevçûnan rû da.

Li aliyê din jî hate îdiakirin ku, 150 endamên komên çete hewil didin ji milê Tirkiyeyê ve ji Serêkaniyê derbaz bibin û di navbera hêzên YPG’ê ên li ber deriyê sinor berxwe didin û çeteyan de pevçûnan rû da.