Li Serêkaniyê operasyon: Yek jê emîr 22 çete hatin kuştin

Li Serêkaniyê operasyon: Yek jê emîr 22 çete hatin kuştin

Hêzên YPG'ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên li başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê operasyonek destpê kirin. Heta niha 22 çete di nav de emîrekî çeteyan hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê, şervanên Yekîneyên Parastina Gel duh saet di 17.00'an de li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên di navbera gundên El-Dehmaa û El-Rawiyê yê başûr-rojavayê bajarê Serêkaniyê operasyonek leşkerî da destpêkirin. Di şer û pevçûnên ku  heta saet 01.00'an dewam kirin de 22 çete hatin kuştin. Di nava 22 kuştiyan de emîrê bi navê Ebû Cemal jî hebû.