Li Serêkaniyê nasnameyên welatiyên Tirk hatin bidestxistin

Li Serêkaniyê nasnameyên welatiyên Tirk hatin bidestxistin

Li Serêkaniyê di nava cebilxaneya ku hêzên YPG’ê ve ji komên çekdar desteser kirine de, nasnameyên 3 kesên ku welatiyên Tirkiyê ne hatin dîtin. Beriya niha jî li Efrîn, Serêkaniyê û Hesekê belgeyên vî rengî derketibûn holê. Ev jî nêrîna ku têkiliya Tirkiyê û El-Qaîdeyê heye piştrast dikin.

Di pevçûnên li Serêkaniyê de nasnameyên kesên ku welatiyên Tirkiyê ne hatin bidestxistin. Piştî ku navenda Dewleta Îslamî ya Iraq û Bilad El-Şam a wekî baskê El-Qaîde yê Suriye û Iraqê tê zanîn ket destê YPG’ê li navendê lêgerîn hatin kirin. Di lêgerînan nasnameyên 3 kesên ku welatiyên Tirkiyê ne hatin dîtin. Li gorî agahiyên di nasnameyan de ev kesên Muhammed Emîn Doğrucu û Îbrahîm Özden ên ji bajarê Edeneyê û Murat Koçak ê ji bajarê Erziromê ye.

Di pevçûnên berê yên li Serêkaniyê de jî kesekî ji Tirkiyê hatibû kuştin û ambulansek Tirkiyê hatibû desteserkirin. Her wiha di pevçûnên li Hesekê de jî nasnameya leşkerekî tirk hatibû bidestxistin. Dîsa li Efrînê 3 milîtanên El-Qaîdeyê yên ji aliyê Asayîşê ve hatibûn girtin diyar kiribûn ku ew di ser Tirkiyê re hatine Suriyê û subayên tirk alîkariya wan kiriye. Ev agahî û belgeyên hanê nêrînên wekî, “Tiliya Tirkiyê di nava êrîşan de heye” û “Tirkiye bi El-Qaîdeyê re di nava têkiliyan de ye” piştrast dikin.