Li Serêkaniyê elektrîk qut bûn

Li Serêkaniyê elektrîk qut bûn

Elektrîka ji ser Hesekê ji Serêkaniyê re di çarçoveya peymanê de ji her 7 saetan carekê dihat dayîn, di encama serdegirtina El Nûsra de îro bi temamî qut bû.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, elektrîka ji xeta bingehîn a Mabrûka ya 45 km dûrî Serêkaniyê ji bendava Reqqayê ya di bin kontrola hikûmeta Sûriyê de tê hilberîn, qut bû. 

Li ser peymana bi rayedarên hikûmetê yên li Hesekê re, di berdêla avê de ji her 7 saetan carekê elektrîk ji Serêkaniyê re dihat dayîn. Lê belê di encama serdegirtina El Nûsra de elektrîk bi temamî qut bû. Tê gotin, eger ev qutbûna elektrîkê dewam bike wê pirsgirêka belavkirina ava vexwarinê rû bide û Yekîneyên Parastina Gel YPG ji bo çare ji vê re bibîne, civîn lidar xistiye.