Li ser sînor gefa DAIŞ'ê, zexta leşkeran û mercên zehmet
Li ser sînor gefa DAIŞ'ê, zexta leşkeran û mercên zehmet
Li ser sînor gefa DAIŞ'ê, zexta leşkeran û mercên zehmet
Bi hezaran Kobaniyên 53 roj in li herêma ser sînor dimînin, li gelek pirsgirêkan rast tên. Li gel pirsgirêkên xwarin û tenduristiyê, bi sarbûna hewayê re, pirsgirêkên nû xwe didin der. Kobaniyan dan xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî wan dikin, leşkerên Tirk jî zextê li wan dikin û destnîşan kirin ku li gel zor û zehmetiyên bi serê wan de hatine jî, yekane daxwaza wan vegera li mal û xaka xwe ye.
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 53. de dewam dikin. Li hemberî êrîşên bi çekên giran berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ev 53 roj in dewam dike. Nêzî 200 hezar welatiyên Kobanê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man mal û xaka xwe biterikînin û derbasî Riha û navçeyê wê bûn, nêzî 5 hezar jî li ser sînorê Kobanê û Tirkiyeyê di hundirê wesayîtên xwe û bereqeyan de hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Kobaniyên li vir hem rastî êrîşa çeteyên DAIŞ'ê tên hem jî ji leşkerên Tirk zextê dibînin. Her wiha mayînên li vê herêmê jî weke pirsgirêkeke din derdikeve pêşberî Kobaniyan. Bi hatina mercên zivistanê re ji ber hewa sar, di nav bi hezaran Kobaniyên li herêmê de pirsgirêkên tenduristiyê derketin holê. Kobaniyên li derve bi heywanên xwe re dijîn, her wiha neçar in pêwîstiyên xwe yên tiwaletê jî li vê qadê bicih bînin. Li qada ku bi hezaran wesayît lê ne, li gelek wesayîtan fîşekên DAIŞ'ê lê ketine. Tevî mercên zehmet ên xwezayê, Kobaniyî ji ber mayînan û gulereşandina DAIŞ'ê, di her kêliyê de bi mirinê re rû bi rû ne. Li gel van zehmetiyan jî yekane daxwaza wan vegera li mal û xaka xwe ye. Pêwîstiyên bi hezaran welatiyê li vir ji aliyê Hikûmeta Kantona Kobanê ve tê dayîn.
'HER TIŞTÊ ME ÇÛ'
Pîra Eydê ya li kampê ku tê gotin 103 salî ye, li ser rewşê wiha axivî: "Her tiştê me çû. Mala min, heywanên min, mirîşkên min her tiştên min çûn. Bi tenê em man û ev cihê em niha lê ne. Her tiştên me dizîn û birin. Em li vir dijîn, lê leşkerên Tirk timî bombeya gazê diavêje nava me. Gule li wesayîtên me tên reşandin."
Pîra Eydî anî ziman ku leşkerên Tirk ên li ser sînor zextê li wan dikin û got, "Eger Tirkiye ne xayîn bûya, ka Abdullah Ocalan." Pîra Eydê ragihand ku ji malbata wê û ji nav xizmên wê 8 kesan di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane û got, "8 şehîdên min hene. Ji birayên min, zarokên min, dotmam û pismamên min 8 şehîdên min hene. Diçin û dimirin. Bila bimirin. Ma ji xwe Kurd namirin? Ji bo namûsa xwe dimirin. Ma windakirina namûsê ji mirinê çêtir e?"
'MALÊN ME TALAN KIRIN'
Kobaniyê bi navê Mistfa Seydo jî diyar dike ku ew ji gundê Qerişkê ye û dibêje, "Gundê me li başûrê Kobanê ye. Me her tiştên xwe li gundê xwe hiştin û neçar man birevin. Niha Erebên ser bi DAIŞ'ê, malên me, her tiştên me talan dikin. Çi yê me heye bi xwe re dibin. Li wesayîtan bar dikin û her tiştên me dibin. Eger YPG'yî yan jî balafir li çend ji van wesayîtên bixin, wê nikaribin bên û talan bikin. Sibê dusib eger em vegerin, hingî wê tiştekî me nemabe."
'BI TAYBETÎ ZAROK ZEHMETIYAN DIŞKÎNIN'
Kobaniyê bi navê Abdûrrahman Ataş ê 53 roj in li ser xeta sînor e da zanîn ku ew bi tî û birçî jiyana xwe dewam dikin. Ataş anî ziman ku hewa êdî sar bûye û got, "Dema em hinek savarê dibînin, em dixwin. Hewa cemidî. Rojên ku tav dernakeve, em gelekî dicemidin. Em hewl didin betaniyekê li xwe bigerînin û razên. Em hemû nexweş ketine. Jiyaneke me ya gelekî xerab heye."
Ataş ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê guleyan li herêma ew lê ne direşînin û got, "Dema guleyan direşînin em xwe li binê wesayîtan vedişêrin. Bi awayê giştî, em li vir zehmetiyên mezin dijîn. Nexweşiyan destpê kirin. Bi taybetî zarok di rewşeke zehmet de ne. Ji êşa serî heta êşa zik nexweşî xwe didin der. Ne diyare em li ku radizên, li ku dimînin. Em gelekî zehmetiyan dikşînin. Em dixwazin li gundê xwe, mal û milkê xwe vegerin. Her tiştên me li wir man. Em rezîl bûn li vir. Em dixwazin vegerin gundê xwe. Em tiştekî din naxwazin."