Li Şengalê di Cotmehê de 170 çete hatin kuştin

Li Şengalê di Cotmehê de 170 çete hatin kuştin

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê bîlançoya şerê meha Cotmehê aşkera kir. Fermandariyê ragihand ku di nava mehê de 37 çalakî hatine lidarxistin û di encama şerê qewimî de 170 çete hatine kuştin.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê, bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê meha Cotmehê aşkera kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku berxwedanên mezin ên li Şengal û Rojava dewam dikin, rêbazeke nû ya şer a pêşî li rêveçûna çeteyên DAIŞ'ê digire, derxistine holê.

Fermandariyê got, "Ev berxwedana bi heybet bûye pêvajoyeke têkoşînê ya çarenûsa gelê Kurdistanê diyar dike. Ev têkoşîna me di nava meha Cotmehê de bi berfirehî dewam kiriye" û diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê di nava meha Cotmehê de gelek caran êrîş kirine û dixwaze planên xwe yên komkujiyên nû yên li hemberî Çiyayê Şengal û derdora wê dewam bike.

Hat destnîşankirin ku li dijî van êrîşan, li xeta Solak, Şîlo, Barê û Skîniyê, gerîlayên HPG, YJA Star, şervanên YBŞ'ê û eşîrên li herêmê yên li derdora berxwedanê civiyane, bi berxwedaneke girîng têkoşiyane.

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da zanîn ku di nava Cotmehê de 37 çalakî hatine lidarxistin û şer derketiye. Fermandariyê destnîşan kir ku li gorî hatiye tespîtkirin, di van çalakî û pevçûnan de bi giştî 170 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. Fermandariyê bîlançoya şerê meha Cotehê bi vî rengî aşkera kir:

"Hejmara çalakiyên hatin lidarxistin û pevçûn: 37
Hejmara çeteyên hatin kuştin ên hatin tespîtkirin: 170
Hejmara çeteyên birîndar ên hatin tespîtkirin: 32
Wesayîtên hatin îmhakirin: 13
Wesayîtên derb lê hatin xistin: 8
Çek û cebilxaneyên hatin desteserkirin: 2 hawanên 60'î û rokêta wê, 1 kaîdeya hawana 82'an, 10 kalaşnîkov, 1 çeka karnas, 7 rext, 2 cîhazên biçûk, 1 dedektor, 1 hawanek bi destan çêkirî, 12 bombeyên destan, 3 mayin, 2 şarjor, 2 dûrbînên bi şev, 2 dûrbînên bi roj."

Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da zanîn ku li gel hejmareke zêde fîşekên kalaşnîkov û BKC, gelek kelûmelên leşkerî û jiyanî jî hatine desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di şer û pevçûnan de 4 gerîlayên me û du şervanên YBŞ'ê bi lehengî li ber xwe dan û şehîd ketin" û hat destnîşankirin ku alîkariya însanî ya ji bo bi hezaran mirovên li Çiyayê Şengal û derdora wê dijîn, berpirsyariyeke dîrokî ye.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Bicihanîna vê berpirsyariyê bi berxwedanê, bi têkoşîna li dora hêzên me HPG, YJA Star û YBŞ'ê pêkane. Serketina vê berxwedanê û azadkirina Şengalê, bi cidiyet û biryardariyek emezin a hemû hêzan dibe."