Li Şengalê çalakiya kemînê: 12 çete hatin kuştin
Li Şengalê çalakiya kemînê: 12 çete hatin kuştin
Li Şengalê çalakiya kemînê: 12 çete hatin kuştin
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ragihand îro saet 05.30’an gerîlayên HPG’ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) li ser rêya Şengalê li hemberî karwanê çeteyan çalakiyek kemîndanînê pêk anîne. Di çalakiya bi çekên giran û ferdî de 12 çeteyên DAIŞ hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
NÇR-HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ya weşand têkildarî çalakiya li Şengalê ev agahî dan:
“11’ê Cotmehê (îro) saet 05.30’an hêzên me yên gerîla û YBŞ’ê li ser rêya Şengalê li hemberî karwanê çeteyên DAIŞ çalakiyek kemîndanînê pêk anîn. Di vê çalakiya bi çekên giran û ferdî pêk hat de 12 çeteyên DAIŞ hatin kuştin û 6 çete jî birîndar bûn. Dîsa wesayîteke doçka ya çeteyan jî hat rûxandin. Dîsa gerîlayên li gundê Etçane yê Kerkûkê li hemberî çeteyên DAIŞ bi çekên giran çalakî pêk anîn. Encamên vê çalakiyê ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”