Li Şengal û Kerkûkê 5 çete hatin kuştin
Li Şengal û Kerkûkê 5 çete hatin kuştin
Li Şengal û Kerkûkê 5 çete hatin kuştin
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) ragihand di çalakiyên hêzên gerîlayan li Kerkûk û Şengal de 5 çete hatin kuştin.
NÇR-HPG’ê diyar kir çalakiya li Kerkûkê 9’ê Cotmehê li gundê Vahde pêk anîne. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
“9’ê Cotmehê saet navbera 00.00 û 02.00’an de gerîlayên me û hêzên pêşmergeyan li gundê Vahde yê girêdayî Kerkûkê li hemberî çeteyên DAIŞ bi çekên giran çalakiyek li dar xistine. Li vir hatiye zelalkirin ku 3 çeteyên DAIŞ hatine kuştin. Dîsa di çalakiya hêzên berxwedana Kerkûkê de li qadeke aîdî çeteyan teqîneke mezin rû daye.”
NÇR-HPG’ê diyar kir di heman rojê de gerîlayan derbeyek dijwar li çeteyên DAIŞ ên di ketina Şengalê de kom bibûn dane û wiha got: “Li vir jî kuştina 2 çeteyan hatiye dîtin.”
NÇR-HPG’ê got ku bejahiya Amedê bi hewan û obusan tê topbarankirin û li herêma Cûdî û Garê ya di bin kontrola gerîlayan de balafir digerin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Ji 8’ê Cotmehê heya niha artêşa dagirker a dewleta Tirk ji Qereqola Kaniya Spî a li navçeya Pîran a Amedê herêmên Sînega, Heredag û Arceş bi hewan û obusan topbaran pêk aniye. Dîsa 9’ê Cotmehê saet navbera 14.00 û 15.00’an de û saet navbera 19.00 û 20.00’an de balafirên şer ên aîdî artêşa dagirker a dewleta Tirk li ser herêma Cûdî ya Botanê firiyane. Dîsa heman rojê di navbera saet 09.45 û 13.00’an de balafirên bêmirov li ser herêma Gare ya girêdayî Herêmên Parastina Medya keşf pêk anîne.”