Li Şemrexê banga meşa “Hikûmet gav bi avêje”
Li Şemrexê banga meşa “Hikûmet gav bi avêje”
Li Şemrexê banga meşa “Hikûmet gav bi avêje”
BDP'a Navçeya Şemrexê ji bo meşa ku sibe lidarbixe ya bi navê " Hikûmet Gav biavêje" banga tevlîbûnê li hemwelatiyan kir.
Kampanya ku ji aliyê Navenda Giştî ya BDP'ê ve ya bi navê "Pêngava Çareseriya Demokratîk, Hikûmet Gav biavêje", di vê çarçovêde Endamê Rêxistina Navçeya BDP'ê ya Şemrexê banga tevlî bûnê li hemwelatiyan kir. Serokê Rêxistina Navçeya BDP'ê ya Şemrexê Mehmet Şik di avahîya BDP'ê de daxuyanî da.
Şik wiha got: "Meş dê sibe di demjimêr 18:00 de li ber avahiya BDP'a Şemrexê heya Qada Cumhuriyetê bê kirin, Em hemû gelê Şemrexe dawetî meşê dikin."bi tevlî bûna Şaredarê Şemrexê Hasîp Aktaş û rêveberê Rêxistina Navçeya BDP'ê ya Şemrexê ji bo hemwelatî tevlî meşê bibin belavok belavkirin.