Li rojhilat û başûrê Kobanê pevçûnên dijwar

Li rojhilat û başûrê Kobanê pevçûnên dijwar

Berxwedana Herêma Kobanê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê berdewam dike. Şer û pevçûn di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de li rojhilat û başûrê herêmê bi hemû dijwarî berdewam dikin. Çete çekên giran û cur bi cur bikar tînin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, li rojhilat û başûrê herêma Kobanê şer û pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê bi armanca bajarê Kobanê dagir bike û komkujiyan li dijî sivîlan pêk bînin, çekên giran û cur bi cur li dijî welatiyan bikar tîne.

Welatiyên bajarê Kobanê jî li hemberî hovîtiya çeteyan rû bi rû dimîne, ji ber vê yekê Hikûmeta herêma Kobanê bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku korîdoreke mirovî ji bo parastina welatiyên sivîl vekin.

Çeteyên DAIŞ’ê ku ev 26’ê roj in hewl didin bajarê Kobanê dagir bikin, rastî bersivên tund ji aliyê hêzên YPG’ê ve tên.

Îro piştî danê nîvro çeteyan hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî bendeke şervanên YPG’ê bike, rastî bersiva şervanan hat û şervanan bêyî ku ziyan bigihêjin welatiyên sivîl û şervanan wesayît teqandin.