Li Rojava qanûna erka xweparastinê kete meriyetê

Li Rojava qanûna erka xweparastinê kete meriyetê

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava ya Herêma Cizîrê derbarê pêkanîna qanûna erka xwe parastinê de daxuyaniyek da.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişa Rojava ya Herêma Cizîrê li ser malpera xwe ya fermî der barê pêkanîna qanûna erka xwe parastinê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “ Hêz û navendên me di 11'ê Cotmehê de ciwanên ku temenên wan di navbera 18-30 salî de ne, bi armanca beşdarî nava xebatên parastinê bibin li cihekê taybet kom dikin. Hemû ciwan dê di lêkolînkirina rewşa tendirûstî û malbatê de bêne derbaskirin. Piştî hemû meiyaneyên pêwîst bi dawî bûn hemû ciwan wê ji aliyê wezarete parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve li cihên pêwîst bêne erkdar kirin.”

Li gorî qanûna erka xwe parastinê ku beriya demekê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatibû derxistin kesên xwedî rewşên taybet û astengdar nakevin çarçoveya vê qanûnê.

Ji bo bicihanîna vê qanûnên hikûmeta xwerseriya demokratîk wezareta parastinê û navxweyî erkdar kiribû, li gorî vê biryarê jî her du wezaretan asayiş erkdar kirin ku pêwîstiya vê qanûnê bi cih bînin.