Li Rojava maşîneya bombebarkirî teqiya: 15 birîndar

Li Rojava maşîneya bombebarkirî teqiya: 15 birîndar

Li Rojavayê Kurdistanê di navbera Dêrik û Qamişlo de ji ber ku maşîneke bombebarkirî teqiya kesê di maşîneyê de mir û 15 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin, otomobîleke sebze barkirî ku ji navçeya Girkê Legê hat nuqteya asayîşê dema hat xwestin bê rawestandin, kesê di maşîneyê de bombeya destan (narîncok) diavêje nuqteya asayîşê û direve. Hêzên asayîşê jî didin pey maşîneyê û li ser vê yekê ajoker bombeyên li ser xwe diteqîne. Di encama teqînê de kesê di maşîneyê de dimire û 15 sivîlên li derdor birîndar bûn. Kesên birîndar ji bo tedawîkirinê sewqî Dêrikê û Qamişlo hatin kirin.