Li Roboskiyê pevçûna 'rêya ewlekariyê'

Li Roboskiyê pevçûna 'rêya ewlekariyê'

Li gundê Roboskiyê di navbera gerîlayên HPG’ê yên ku xwestin çêkirina ''rêya ewlekariyê''  asteng bikin û leşkerên artêşa Tirk de pevçûn rû da.

Hate ragihandin ku li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê, li ser sînorê Başûrê Kurdistanê, gerîlayên HPG’ê xwestin çêkirina rêya bi hinceta “ewlekariyê” asteng bikin. Gerîlayan ku xwestin rê li ber avakirina rêya “ewlekariyê” bigirin û pevçûn rû dan. Hate diyarkirin ku piştî demekê dengê çekan qut bû û pevçûn rawestiya.