Li Pêrtagê serdegirtinên malan: 3 binçavkirin

Li Pêrtagê serdegirtinên malan: 3 binçavkirin

Li navçeya Dêrsim Pêrtagê, serê sibê polîsan avêtin ser hin malan û 3 kes kirin binçavan.

Li navçeya Dêrsim Pêrtagê, îro danê sibê polîsan avêtin ser malan û di encamê de Ahmet Elma, Onder Ergen û Gazel Gur kirin binçavan û birin Muduriyeta Emniyetê ya Navçeya Pêrtagê.

Hat hînbûn, kesên mijara gotinê bi îdîaya "endamên TKP-ML ne û li ser navê rêxistinê xebatê dimeşînin" hatine binçavkirin.