Li Myanmarê hejmara miriyan ji hezarê derbas kir

Li Myanmarê di erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 6,7’ê pêk hatin de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan ji hezarê derbas kir.

ERDHEJ

Li Myanmarê duh bi mezinahiya 7,7 û 6,7’ê du caran erd hejiya. Di erdhejê de heya niha 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat tespîtkirin ku 2 hezar 376 kes jî birîndar bûne.

Hikûmeta leşkerî ya Myanmarê ji bo alîkariya lezgîn a ji civaka navneteweyî re, bang kir.

Erdhej li welêt bû sedema hilweşînên mezin.