Li Munchen û Frankfurtê çalakiyên edaletê
Li Munchen û Frankfurtê çalakiyên edaletê
Li Munchen û Frankfurtê çalakiyên edaletê
Çalakiyên edaletê yên li dû qetilkirina sê şoreşgerên Kurd li Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez destpê kirin, dewam dikin. Li bajarên Elmanya Munchen û Frankfurtê, vê hefteyê Kurd di çalakiyên edaletê de hatin cem hev.
MUNCHEN
Li Munchenê, mîna her hefteyê gelek kes li ber Konsolosiya Fransayê bi dirûşma "Bêdengiya we ji hevkariya we tê" çalakî lidar xistin.
Di çalakiyê de posterên şoreşgerên jin ên Kurd ên hatin qetilkirin hatin hilgirtin û belavoka bi zimanê Elmanî hat xwendin, gelek belavok hatin belavkirin.
Di axaftinên li çalakiyê de hat xwestin, ku Fransa dawî li bêdengiya xwe ya li ser lêpirsînê bîne.
Di çalakiyê de her wiha êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê hatin protestokirin.
FRANKFURT
Li Frankfurtê jî li ber Konsolosiya Fransa ya li Bockenheimer Warteyê çalakiya edaletê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Me komkujiya Parîsê ji bîr nekir û em ê ji bîr nekin", "Em edaletê dixwazin" hat vekirin, wêneyên sê jinên şoreşger ên Kurd hatin hildan.
Çalakgeran destnîşan kirin ku heta hêzên li pişt komkujiya li Parîsê neyên ronîkirin, nerazîbûna wan wê dewam bike.