Li Misricê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin

Li Misricê di serdegirtina malan de 2 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Sêrt Misricê, polîsan danê sibê avêtin ser gelek malan û hat ragihandin ku herî kêm 2 welatî hatine binçavkirin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîsên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Misricê danê sibê li taxên Tekel û Yenî yên navçeyê avêtin ser malan. Di serdegirtinê de welatiyên bi navê Abdulcelîl Evîrgen û Farûk Tûnç hatin binçavkirin.

Welatî birin Midûriyeta Emniyetê, lê der barê sedema binçavkirina wan de agahî nehatin bidestxistin. Tê gotin ku hejmara binçavkiriyan wê zêde bibe.