Li Misirê êrîş: Herî kêm 18 erkdarên ewlekariyê hatin kuştin

Li Misirê di êrîşa li dijî erkdarên ewlekariyê hate lidarxistin de herî kêm 18 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve hate kirin, li dijî hêzên ewlekariyê yên di operasyona li bakurê parêzgeha Sineyê de êrîşek hatiye kirin.

Êrîşa li Bîn El Abîd hate lidarxistin, hat diyarkirin ku  li ser rêya navbera El Qantara û El Arîş ê tê texmînkirin ku wesayîteke bombebarkirî ketiye nava konvoya leşkerî  û xwe teqandiye. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di dema teqînê de êrîşa bi çekan pêk hatiye û agahiyên gelek kes mirine û birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê, di êrîşê de herî kêm 18 erkdarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.

Di nava agahiyan de êrîş çeteyên DAIŞ’ê girtiye ser xwe jî heye.