Li Mexmûrê êrişa li dijî Îsa Huso hate şermezar kirin
Li Mexmûrê êrişa li dijî Îsa Huso hate şermezar kirin
Li Mexmûrê êrişa li dijî Îsa Huso hate şermezar kirin
Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem (Mexmûr) bi daxuyaniyekî çapemeniyê êrişa li dijî Endamê Desteya Bilind ya Kurd û Endamê Serokatiya Dîwana Meclîsa Gel-Rojava Îsa Huso şermezarkirin. Di daxuyaniyê de Yûsif Kara got: “Em li vir dibêjin ku wê ti kes nikaribe tekoşîn û hêza me têk bibe. Êrişa ku li ser birêz Îsa Hiso jî bi vê armancê hatiye kirin, lê em wê ne hêlin ku ew ti carî bigehine armanca xwe.”
Îro di demjimêr 08:00’an serê siharê de li saziya Malbatên Şehîdan ya wargehê daxuyaniyek çapemeniyê hate dayîn. Di daxuyaniyê de bi sedan gelê wargehê amadebû. Daxuyanî piştî deqîqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên tekoşîna azadiyê destpêkir. Li ser navê meclîsa gelê wargehê mamosta Yûsif axivî û waha got; “Kesayetên weke birêz Îsa Huso ku bi hemû fedakariya xwe ji bo azadiya gelê Kurd tekoşîn daye. Di sala 2003’an de partiya PYD’ê damezrandiye. Weke ku îro jî em dibînin partiya PYD’ê ji bo azadiya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê di nava xebat û tekoşînek mezin de ye. Îsa Hiso jî damezinêrê vê partiyê ye, em îro bi serbilindî û bi rûmet bi bîrtînîn û bejna xwe li ber di tewînîn.”
Herwiha Kara bal kişande ser êrişa ku li dijî Îsa Huso çêbûyî û wiha berdewam kir; “Di serî de em wan pekrewanên ku îro ji bo azadî û rûmeta gelê Kurd li Rojava tekoşînek bê hempa dimeşînin silav dikîn û hemû şehîdên xwe bi bîr tînîn. Em bejna xwe li hemberî wan di tewînîn. Em li vir dibêjin ku wê ti kes nikaribe tekoşîn û hêza me têk bibe. Êrişa ku li ser birêz Îsa Hiso jî bi vê armancê hatiye kirin, lê em wê ne hêlin ku ew ti carî bigehine armanca xwe. Gelê Kurd wê ti carî rê nede ku ev kiryar û çalakiyên wiha yên qirêj û dervey mirovahiyê bigehin armanca xwe. Pêwiste hemû gelê Kurd xwedî li tekoşîna Rojavayê Kurdistanê ku îro tê meşandin derbikevin. Ji ber ku tekoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê tê meşandin rûmeta hemû gelê Kurdistanê ye. Cardin em di kesayeta Îsa Huso de hemû şehîdên xwe bi bîr tînin, êriş û kiryarên wiha yên ji dervey exlaqê mirovahiyê şermezar dikîn.”
Daxuyanî bi sloganên “Şehîd namirin”, “ Bijî tekoşîna Rojavayê Kurdistanê”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.