Li Merîwanê ciwanek hate girtin û bêserûşûne

Li Merîwanê ciwanek hate girtin û bêserûşûne

Ciwanekî bajarê Mêrîwanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê îstixbarata Îranê ve  hate girtin û sedemê girtinê nehate zanîn. Malbata kesê hatî girtin dixwazin hevdîtin li gel kurê xwe bikin lê hêzên îstixbaratê  bi hincetên vale rê nadene malbat kurê xwe bibînin. Heyanî niha jî ti çareserî jêre  ne hatiye dîtin.

Roja Duşema 22’ê Tîrmehê di demjimêr 09:00’an de danê siharê ciwanekî xelkê Mêrîwana Rojhilatê Kurdistanê, xelkê Away (Riwar) girêdayî navçeya Hewremanê bi navê Seadedîn Espernak ku demê pêştir jî gazîkiribûn avahiya îstixbarata bajarê Mêrîwanê, piştî demekê ji aliyê îstixbaratê ve kel û pelên dikana wî hatin destdeserkirin û ew jî birine rêveberiya îstixbaratê.

Malbatê ragihand ku, heyanî niha ti xeberê wan ji kurê wan nîne. Her wiha balkişandine ser ku kurê wan ti peywendiya wî bi aliyên siyasî ve nîne û sedemê girtina wî ne diyare.