‘Li Kurdistanê polîtîkayên komkujiyê li ser bedena jinê pêk tê’

‘Li Kurdistanê polîtîkayên komkujiyê li ser bedena jinê pêk tê’

Meclisa Jinan ya KCD di derbarê bûyera destdirêjiya Alîkarê Şaredarê Sêrtê Abdulletîf Çekîn daxuyanî da û diyar kir ku, Çekîn sîxûrê civakî yê dewletê ye û wekî KCD'ê dê li hember destavêtinê têkoşîna xwe bidomînin.

Di daxuyaniya Meclisa Jinan ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)'ê de hat gotin ku, bi awayekî zanebûn li herêmê îstîsmara zayendî tê birêxistinkirin u wiha hat gotin: "Li Kurdistanê polîtîkayên komkujiyê li ser bedena jinê pêk tê. Divê her kurdistanî ji vê bûyerê ders derxin. Divê kurdistanî ji bîr nekin ku çemka xwedî 'jin be jî, zarok be jî lê bidin', şer, komkujiyên li Kurdistanê li ser bedena jinê pênase dikin, jinê wekî amûrekî, namûs, zarokan bîne dinê, wekî malekî ku bê kirîn û firotin bi tu awahî nayê qebulkirin û li hember vê çemkê dê têkoşîna herî radîkal bê meşandin."

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, li Mêrdîn, Êlih, Wan, Çewlik, Sêrt û li hemû herêmê li ser bedena jinê polîtîkayên taybet pêk tên û wiha hat gotin: "Sîxurên civakî yên wekî Abdulletîf Çekîn, jinên wê erdnîgariyê baş nas dikin. Em nû şahidê kirinên leşker, polîs, cerdevan, mela û hêzên kontra nînin. Em we baş nas dikin. Ji bo hûn kirinên xwe yên berê veşêrin serî li senaryo û rêbazên nû didin. Ji ber samîmiyeta we û wî şexsî ew kes serbest hat berdan."

Hevserokê KCD'ê Aysel Tûglûk anî ziman ku, bi tu awahî vê bûyerê qebûl nakin û wiha got: "Çi dibe bila bibe em dê li hember destdirêjiyê têkoşîna xwe bidomînin. Lê gelo dewlet? Ev demeke ew kes ji aliyê polîsan ve tê şopandin lê bi awayekî zanebûn mudaxale nakin. Ev jî nîşan dide ku çemka dewletê ya bi salan neguheriye. Jixwe hedefa çemka îmha û înkarê her tim jin û zarok in."