Li Kolombiyayê şewitandina çekan dest pê kir
Hate ragihandin ku çekên ku FARC’ê bi çarçoweya peymana aştiyê radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine kirin têne tinekirin.
Hate ragihandin ku çekên ku FARC’ê bi çarçoweya peymana aştiyê radestî Neteweyên Yekbûyî (NY) hatine kirin têne tinekirin.
Li gorî peymana aştiyê ya ku dawî l işerê 52 salan a di navbera FARC’êû dewletê de anî û par Mijdarê dest pê kirî, di qonaxa pêşî de wê radestkirina çekan pêk bihata.
Radestkirina çekan ku ji hêla mîsyona NY’yê ve dihate şopandin 27’ê Hezîranê bi dawî bû.
NÊZÎ 7 HEZAR MAYIN, BOMBEYÊN DESTAN Û CEBILXANE
Serokê şandeya ku çavdêrê navnetewî ku NY’yê peywirdar kiribû General Javîer Pêrez Aquîno ragihand ku bi tevahî li 26 herêman çek û cebilxane têne tinekirin. Aquîno got di qonaxa pêşî de 7 hezar û 476 mayinên antî personel, bombeyên destan û cebilxaneyên din hatine tinekirin û xxebatên tinekirinê wê bidomin.
Li gorî peymana aştiyê 7 hezar gerîlayên FARC’ê li 26 herêmên ku berê hatibû diyarkirin hatin civandin û çek radestî peywirdarên NY’yê hatin kirin. Radestkirin 27’ê Hezîranê bi dawî bûbû û di van radestkirinan da 7 hezar û 132 çek hatibû dayin.
Aquîno got ji 900 depoyên çekan ên FARC’ê cihê 660’î hatiye diyarkirin. Aquîno diyar kir depoyên dî jî li gorî agahiyên gerîlayên FARC’ê wê hewl bidin ku tespît bikin.
BI METALÊN ÇEKÊN KU WÊ WERIN ŞEWITANDIN WÊ BÎRDARÎ WERE DANÎN
Bi metalên çekên ku wê werin şewitandin ji bo bibin sembola aştiyê wê ji metalên wan li Kolombiya, DYA Newyorkê û Kuba Hawanayê ku malxweyitiya muzakereyan dike wê bîrdariya aştiyê were danîn.
Şer 1964’an dest pê kiribû û 52 salan dom kiribû, di şer de 260 hezar mirov hatibû kuştin û 60 hezar ji van nebedî bûbûn. Şerê navxweyî 7,1 milyon kes jî bê cih û war kiribû.
BI ELN’Ê RE HEVDÎTIN DIDOMIN
Di şerê navxweyî de ji bilî FARC’ê her wiha Artêşa Rizgariya Netewî (ELN) û gelek komên paramîlîter ên dewletê li jî li dijî gerîlayan hatibûn çêkirin. ELN ku tê gotin 1500 gerîlayên wê hene, bi hikûmeta Kolombiyayê re danûstandinê dike, muzakereyên aştiyê ji Sibatê ve didomin.