Li Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Li Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Li Kobanê şer û pevçûnên dijwar
Li Kobanê ya di bin êrîşên çeteyên DAIŞ de ye, tevahiya şevê di navbera çeteyên DAIŞ û şervanên YPG-YPJ’ê de şer û pevçûnên dijwar rû dan. Hat ragihandin ku şer û pevçûn herî zêde li herêma rojhilat û başûrêrojhilat dijwar bûn.
Li Kobanê piştî şerê bajêr destpê kir, şer û pevçûnên herî dijwar şevê din rû dan. Di şer û pevçûnên ku herî zêde li herêma rojhilat û rojhilatêbaşûr dijwar bûn hat ragihandin ku şer û pevçûn di encama operasyona şervanên YPG-YPJ’ê de destpê kirin.
Der barê şer û pevçûnan de ku hê agahiyên zelal nehatine bidestxistin, çavlirê ye ku di saetên pêşiya me de navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bide.
Li gel vê hat ragihandin ku di saetên êvarî de balafirên aîdî koalîsyonê herî kêm 3 êrîşên hewayî pêk anîne.