Li Kobanê ji YPG’ê çalakî: Herî kêm 10 çete hatin kuştin
Li Kobanê ji YPG’ê çalakî: Herî kêm 10 çete hatin kuştin
Li Kobanê ji YPG’ê çalakî: Herî kêm 10 çete hatin kuştin
Li rojhilat û rojavayê Kobanê di encama çalakiyên YPG’ê, şer û pevçûnên di navbera YPG û çeteyên DAIŞ’ê de, 10 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, şervanên YPG’ê di saetên êvarê de li ser rêya gundê Qeremoxê yê dikeve rojhilatê Kobanê li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de wesayîteke çeteyan hate rûxandin û çeteyên têde hatin kuştin, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li gundê Mezre Ebrûş ê li rojavayê bajar jî di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de pevçûn derketin. Di encama pevçûnan de 9 çete hatin kuştin.
Li ser rêya Helebê jî şervanên YPG’ê li dijî çeteyan çalakiyek li dar xistin, di encamê de motosîkletek hate rûxandin û çeteyek hate kuştin.
Hate ragihandin ku şer û pevçûn li eniya rojhilat didomin.