Li Kobanê du teqînên dijwar

Li Kobanê du teqînên dijwar

Li Kobanê ya di bin êrîşa çeteyên DAIŞ'ê de ye, îro danê sibê du teqînên mezin rû dan. Tê gotin ku teqîn di encama lêdana du nuqteyan ji aliyê balafirên şer ên koalîsyonê ve pêk hatiye.

Îro danê sibê saet di 08:30 de, balafirên koalîsyonê li du nuqteyên DAIŞ'ê dan. Li dû vê bombebarana ku rê li ber mezintirîn teqînên heta roja îro li Kobanê vekir, ji van nuqteyan dûxaneke reş bilind bû.

Çavkaniyên li Kobanê piştrast kirin ku teqîn di encama êrîşa hewayî de rû dane.