Li Kerkûkê aloziya di navbera Ereb û Tirkmenan de zêde dibe

Li Kerkûkê aloziya di navbera Ereb û Tirkmenan de zêde dibe

Li bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûk a xwedî pir çand û bawerî ye ji bo Serokatiya Meclîsa Bajêr a Kerkûk alozî didome.

Di 24’ê Hezîranê de çend kesan ku Serokê Meclîsa Bajêr Munîr Kafîlî di hundirê wesayîtê de ji bo meqamê wî qetil kirin, Erebên Kerkûkê ketin tevgerê. Tirkmen ji pêşweçûnan aciz in.

Cihê Munîr Kafîlî yê di heman demê de endamê Eniya Tirkmen bû, vala bû, di navbera Tirkmen û Erebên Kerkûkê de rê li ber nerehetiyan vedike.

Berdevkê Ereban Ahmet Hemîd Ubedî got, “Meqamê Serokatiya Meclîsa Bajêr ku di encama êrîşeke terorîstî de vala bû, ev demeke vala ye. Serokatiya Meclîsa Bajêr a Kerkûk jî, her du serokatiyên meclîsê jî Tirkmen in. Nabe ku du cihên girîng ji wan re bin. Bila Tirkmen Serokatiya Meclîsa Bajêr a Kerkûk biparêzin û dest ji Serokatiya Meclîsa Bajêr berdin.”

Li gel vê namzetê Tirkmen Necad Huseyn ku ji RojNews re axivî aciziya xwe ya di vê mijarê de anî ziman. Huseyn got, “Em li Kerkûkê di aliyê piraniyê de di rêza duyemîn de ne. Em di ti şert û mercî de qebûl nekin ku Serokatiya Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bikeve destê Ereban.”

Weke tê zanîn rojên buhrî Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Tirkmenî jî li gel Kurdî û Erebî kir zimanê fermî.