Li Kerkûk çalakiya gerîlayan
Li Kerkûk çalakiya gerîlayan
Li Kerkûk çalakiya gerîlayan
Gerîlayên HPG'ê li Kerkûkê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke berfireh lidar xistin.
Îro danê sibê saet di 08:00 de li gundê Banşax ê ser bi bajarokê Daqûqê, gerîlayên HPG’ê bi çekên giran çalakiyek li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn.
Hat ragihandin ku di çalakiya gerîlayan a bi çekên giran, guleyên hewanê, RBG de, ji mesafeyeke nêz derbên giran li çeteyan hatiye xistin.
Di çalakiyê de her wiha wesayîteke çeteyan bi çekên giran hedef hat girtin û di encamê de hate texrîbkirin.
Çalakî piştî nîv saetê bi dawî bû lê belê der barê kuştî û bîrîndarên DAIŞ’ê de hîna agahiyên zelal bi dest neketine.