Li Hewlêr dê Ciwanên Welatparêz 1’ê Tebaxê bimeşin
Li Hewlêr dê Ciwanên Welatparêz 1’ê Tebaxê bimeşin
Li Hewlêr dê Ciwanên Welatparêz 1’ê Tebaxê bimeşin
Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê jibo şermezarkirina girtina deriyê sinorê Rojava û êrîşên li ser gelê Rojava, herwiha ji bo piştgirî dayîna Kongreya Netewî a Kurd, dê 1’ê Tebaxê li Hewlêrê meşekê li dar bixin.
Li bajarê Hewlêr yê Başûrê Kurdistanê Rêxistina Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê Ji bo şermezarkirina êrîşên li ser gelê Rojavayê Kurdistanê û girtina deriyê sinorê Rojava û Başûrê Kurdistanê, herwiha ji bo piştgirî dayîna Kongreya Netewî a Kurd, dê 1’ê Tebaxê di demjimêr 08.30’an de li Parka Ronakî kombibin û berbi Parka Şar ya navenda bajêr ve bimeşin.
Bi vê boneyê Ciwanên Welatparêz bang li hemû gelê xwediyê hestên netewî yê Hewlêr û bitaybet bang li ciwanan kir ku beşdarî çalakiyê bibin. Ciwanan diyar kir u, pêwîste gelê me berpirsyartiya xwe a netewî xwedî derbikeve ji bo vê jî helwesta xwe li hember Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ji bo girtina deriyê sinorê Rojava bidin diyar kirin û piştgiriya xwe ji Kongreya Netewî a Kurd re bînin ziman.