Li Hesekê teqîn: Endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da

Li Hesekê teqîn: Endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da

Li nêzî avahiya Asayîşê ya li Taxa Til Hecer a Hesekê teqîn pêk hat. Di encama teqînê de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû. 

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşê hatine bidestxistin, teqîn saet di 09.30’an de pêk hat. Di encama teqînê de endamekî Asayîşê jiyana xwe ji dest da, yek jî birîndar bû.

Li gorî agahiyên destpêkê kesên nasnameya wan nediyar kîsek avêtine ber dîwarê Asayîşê û piştre jî teqîn çêbûye.

Der barê madeya teqemeniyê de agahiya zelal nehate bidestxistin. Lêkolîna li herêmê didome.