Li Girkê Legê û Tirbespiyê pevçûn didomin

Li Girkê Legê û Tirbespiyê pevçûn didomin

Êrîşên komên çekdar ên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/El-Nusra yên li dijî herêmên Rojavayê Kurdistanê li gundên Girkê Legê û Tirbespiyê didomin. Êrîşên El-Nusra rastî bersivdayîna tund a şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) tên. Di êrîş û pevçûnên derketin de gelek kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn, her wiha di wan pevçûnan de 3 şervanên YPG’ê û welatiyekî ereb jiyana xwe ji dest dan.

Li derdora gundê Girhok ê li başûrê Girkê Legê ji demjimêrên sibehê ve pevçûnên dijwar di navbera şervanên YPG’ê û çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra de derketin û heta niha dom dikin. Di encama pevçûnan de 2 şervanê YPG’ê û welatiyekî Ereb ê sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li gundê Til Elo jî pevçûn bi awayekî demî dom dikin û derbarê kuştî û birîndaran de tu agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Li Tirbespiyê jî çekdarên El-Nusra duh demjimêr di 23.00’an de êrîşî gundên Taya, Mazlûma û Mihemed Diyab kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn heta îro demjimêr 04.30’an de dom kir. Di van pevçûnan de gelek kuştî û birîndarên êrîşkaran çêbûn, her wiha şervanekî YPG’ê jî jiyana xwe jidest da û 2 birîndar bûn.

Çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad El-Şam/Eniya El-Nusra îro demjimêr di 05.00`an de êrîşî benda YPG’ê ya li gundê Yûsifiyê li başûrê Tirbespiyê kirin û di encama bersivdayîna şervanên YPG’ê de pevçûn derketin. Pevçûn derdora 45 deqeyan dom kir û êrîşkar neçar man ku xwe paşve bikşînin. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî ne hatine bidestxistin.

Li Serêkaniyê jî, duh demjimêr di 21.30’an de çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Bîlad Şam/Eniya El- Nusra yên li gundê Til Xelaf bi topan êrîşî taxa Mehetê ya Serêkaniyê kirin. Di encama topbaranê de ziyana madî çêbû. Piştî topbaran sekinî di nava bajêr de bê dengî heye.