Li Girkê Legê teqîn: Birîndar hene

Li Girkê Legê teqîn: Birîndar hene

Li daketina bajarê Girkê Legê wesayîtek bombebarkirî hate teqandin. Hate ragihadin ku birîndar hene.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, îro li derdora demjimêr 18.40’an de li daketina bajarê Girkê Legê li ser riya gundê Salihiyê teqîn pêk hat. Hate ragihandin wesayîtek bombebarkirî hatiye teqandin û di encamê de birîndar çêbûne. Hêzên Asayîşê çûn cihê bûyerê û lêkolîn da destpêkirin.