Li Girê Spî El Qaîde ji sê gundan hate derxistin

Li Girê Spî El Qaîde ji sê gundan hate derxistin

Li bajarê Girê Spî (Til Ebiyad) di encama pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên Dewleta Îslamî ya Iraq û Biladî Şam/Eniya El-Nusra ên El Qaîdeyê de 3 gund ji komên çete hatin rizgarkirin.

Hate ragihandin ku, pevçûnên ku piştî êrîşên komên çete ên girêdayî El Qaîdeyê yên li ser gundên Kurdan ên girêdayî Girê Spî destpê kiribûn didomin. Hate ragihadin ku, pevçûnên di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de şevê din li gundên Adiko, Kendal, Gir Hiso û Qiz Elî şevêdin heta demjimêrên serê sibehê dom kirin. Di encama pevçûnan de komên çete ji gundên Adiko, Kendal û Gir Hiso hatin derxistin. Hate diyarkirin ku, di pevçûnan de komên êrîşkar gelek windahî dane, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di pevçûna li gundê Qiz Elî de jî 2 endamên El-Nusra hatin kuştin. Hate ragihandin ku, pevçûn cih bi cih dom dikin û çekdarên El-Nusra derdora Girê Spî topbaran dike.

Li aliyê din hate gotin ku, El-Nusra ciwanên Ereb kom dike û dixwaze ku bi vî rengî pevçûnan wekî şerê kurd û ereban nîşan bide. Li hemberî vê hewldanê rayedarên YPG’ê bang li ciwanan kir ku neyên van lîstikan.