Li Geverê meşa "hikûmet gavê biavêje" li destwerdanê rast hat

Li Geverê meşa "hikûmet gavê biavêje" li destwerdanê rast hat

Li Geverê bi hezaran kes ji bo hikûmeta di pêvajoya çareseriyê de gavan biavêje mîtîngek lidar xistin, lê belê meşa piştî mîtîngê li destwerdana polîsan rast hat. Ji ber destwrdanê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket.

Rêxistina BDP'ê ya Geverê, di çarçoveya kampanya "hikûmet gavê biavêje" ya Navenda Giştî ya BDP'ê de, li ser Xaçerêya Girtîgeha Berê, mîtîngek lidar xist. Di mîtîngê de li gel bi hezaran welatiyan, Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan, endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê M. Siddik Akiş, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê Rahmî Kûrt, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Geverê Naîl Dûrmaz, Şaredarê Geverê Ercan Bora û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl amade bûn. Mîtîngê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

'DIVÊ OCALAN VEGERE NAVA GELÊ XWE'

Serokê Rêxistina BDP'ê ya Colemêrgê Rahmî Kûrt di axatina xwe ya li vir de diyar kir ku nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê ya li Rojava, xweranegirtina wê ya li pirsgirêka Kurd e û got, "Hemû Kurd li pişt şoreşa Rojava ne. Divê Ocalan vegere nava gelê xwe. Heta ku Birêz Ocalan azad nebe, Kurd azad nabin."

Parlamenterê BDP'ê yê Colemêrgê Esat Canan jî da xuyakirin ku polîtîkaya derveya Tirkiyê li dijî Rojava nîşan dide, polîtîkaya xetimandinê ye û xwest hikûmet tavilê dest ji vê helwestê berde.

LI NAVENDA BAJÊR PEVÇÛN

Li dû axaftinan, bi hezaran ciwanên li navenda bajêr hatin cem hev, bend danîn û fîşekên hewayî teqandin. Lê belê polîsên Tirk bi bombeyên gazê, fîşekên plastîk û ava şid dest li pêşandan fîşekên hewayî ya ciwanan berdan. Ciwanan jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Li dû destwerdanê navenda sûkê bi temamî vala bû û pevçûn li ser Rêya Şemzînan, taxên Kişla û Yeşîldereyê heta serê sibê dewam kir.